
Em bîranîna kesên ku di komkujîya Ermenîyany ya 1915 a de jîyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.Derheqa wê yekêda di daxuyanîya komeleya hiqûqnasên Amedê de hatîye gotin.
“Em di wê bawerîyê de nin ku sûcên li dijî mirovahîyê bi rû bi rûbûn û hesabpirsînê dikarin bên derbazkirin, ne bi înkarkirina wan.Em bi bîranîna kesên ku di dema qirkirinê de mirine bi rêzdarî bi bîr tînin û ji bo siberojeke ku aşîtî û mafên mirovan serdest in, banga pêvajoyeke rû bi rûbûna paşerojê û eşkerekirina heqîqîytê dikin”,- di daxuyanîyê de hatîye gotin.







