SerekeSîyasî

Teqîna li bendera Îranê dibe ku gumanan li ser xebata rêya bakur-başûr bixe bin şikê: pispor

Hefteyek bi ser teqîna li bendera Şehîd Rajayî ya bajarê Bandar Abasê re derbas bûye. Hukumeta Îranê ragîhandîye, ku li gorî nêrîna destpêkê, tişta qewimîye, ji ber xemsariyê bûye û lêkolîn berdewam e. Di vê navberê de medyaya Îranê bi versîyonên cuda re nîqaşan dike, têrorîzmê red nakin û tiliya Îsrayêlê nîşan dide. Pispor zirara sîyasî û aborî ya teqînê analîz dikin û tekezî li ser girîngîya sereke ya benderê ji bo projeya Bakur-Başûr dikin.

Îranzan Emma Begîjanyan di hevpeyvînekê de ligel Radiolur ê dibêje, çapemenîya Îranê bi awayekî aktîv vê hîpotêza ku teqîna li bendera Bandar Abasê karê Îsrayêlê ye belav dike û şewatên li Qudisê jî bersiva wê ye.

Teqîn encama îhmalkariyê bûye yan ji niyetê? Ji bo van û gelek pirsên din hê jî tu bersivên fermî nînin. Herwiha tu nirxandineke zelal li ser asta ku teqînê di pêşerojê de opêrasyona rêya Bakur-Başûr xistiye metirsiyê nîne. Emma Begîjanyanê, li ser bingeha hin nirxandinên pisporan, di wê baweriyê de ye ku wê di nav du-sê mehan de bender bê restorekirin.

“Li gorî hin texmînan, bender dikare di nav du-sê mehan de were vegerandin, lê ji ber ku ev derbe li ser rêya bakur-başûr e, gelek kes vê nêrînê tînin ziman.Rewş bi giranî di berjewendîya Pakîstanê û Iraqê de ye û her wiha Tirkîya jî. Çûna Avropayê, derbaskirina Îranê, yek ji rêyên berbi xewina nêosmanî ya Tirkîyayê ye”.

Rûsya bi rêya Bakur-Başûr, di nav axa Îran û Ermenîstanê re bi Hindistanê ve girêdide. Îranzan ditirse ku heger Bandar Abas nexebite, Rûsya careke din mijara bi navê “Korîdora Zangêzûrê” bîne rojevê.

Pisporê ewlekariya ênêrjîyê Vahe Davtyan, li ser Facebook ê behsa mijarê dike, dinivîse ku girêka sereke ya korîdora veguheztinê ya “Bakur-Başûr” bi awayekî bandor felc bûye.

“Em behsa rêya ku wek alternatîveke realîst ji kanala Suêyzê re tê pêşniyarkirin û ku Rûsya bi awayekî aktîv pêşketina wê pêşdixe dike”:- pispor dinivîse.

“Bendera Bandar Abas ne tenê depoyek yan dokek e. Ew tesîseke girîngîya jêostratêjîk e ku salane bi deh mîlyon tonn barhilgiran hildiweşîne. Berhemên pêtrolê, dexl, alavên pîşesazîyê û bi hezaran kontêynêr ji vir derbas dibin. Ev navendek e ku diviya bû ku veguheztina bilez û erzan ya bargiranîyê ji Rûsyayê berbi Hindistanê vebike, ji rojava derbas bibe. Ev teqîn ne tenê wê rêyê, lê di heman demê de jîyana tevaya destpêşxerî dixe xeterê”.

Vahe Davtyan dide zanîn ku guhertoyên cuda yên li pişt perdeyê qewimîne belav dibin. Li gorî wî, teqînê Îran ji bazirganiya navneteweyî bi awayekî demkî dûr xist. Girtina benderê ji xwe derbek li hem îxracatê û hem jî li pîşesazîya pêtrokîmyayê xistiye. Li hemberî vê rewşê, li gorî pispor helwesta Moskvayê hîn girîngtir dibe.

“Rûsya korîdora Bakur-Başûr wek damara pêşerojê ya bazirganîya cîhanî dibîne. Divê ew hinardekirina kelûpelên rûsî bo Hindistanê û berûvajî – îthalata baharat, çay, derman û amûran – bêyî zextên rojava û  Çînistanê mîsoger bike. Îran mifteya vê destpêşxeriyê ye. Û Bandar Abas valva wê ye. Gelo ew valve bi qezayê teqiya, yan yekî tenê bi bîr xist ku ew di heman demê de şikestî ye?”

Li gorî pisporê, dibe ku bersiva rewşa heyî bibe azmûnek ji bo têgihiştinê ka wê korîdora “Bakur-Başûr” bi berdewamî di xetereyê de bimîne yan na. Bi nêrîna wî, heger piştî teqînê xebatên vejenê yên bilez bên kirin, ev tê wê maneyê ku hem Moskva û hem jî Tehran amade ne ku eksena Bakur-Başûr wek xelekeke stratêjîk ya demdirêj bihesibînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button