H’emû nûçeSereke

Li ser îmzekirina peymana aşîtiyê ya bi Adirbêcanê re nîqaşên pir aktîv hene: Alên Sîmonyan

Gotûbêjên li ser îmzekirina peymana aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de berdewam in.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, ev yek ji alîyê serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan ve hatîye ragîhandin, li ser vê yekê ku gelo ji niha ve danûstandin û gotûbêjên pêşin yên derbarê îmzekirina peymaneke lihevkirî hene yan na.

“Belê, gotûbêj hene, gotûbêj berdewam in. Ez naxwazim niha behsa wê bikim da ku ew prose têk neçe, lê gotûbêj hene û pir çalak in”,-Sîmonyan gotîye.

Ermenîstanê û Adirbêcanê 13 ê adarê  ragîhandin ku li ser metina peymana aşîtîyê li hev kirine.Yekser piştî wê yekê Ermenîstanê ji Adirbêcanê re pêşnîyar kir ku ji bo dîyarkirina dem û cîhê îmzekirina peymanê dest bi şêwirmendîyê bikin, lê Adirbêcan şertên nû ji bo îmzekirina peymanê derdixe pêş. Bi taybetî Adirbêcan bi derewan îdîa dike ku di destûra bingehîn ya Ermenîstanê de li dijî Adirbêcanê îdîayên erdî hene û dibêje ku divê Ermenîstan destûra xwe biguherîne. Her wiha Bekû jî tekez dike ku berî îmzekirina rêkeftinê divê Koma Mînskê ya  Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê  bê hilweşandin.Ermenîstanê ji Adirbêcanê re pêşnîyar kirîye ku di heman demê de peymana aşîtîyê û serlêdana ji bo Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê ji bo hilweşandina Koma Mînskê îmze bike, û li hember îdîayên derewîn yên Adirbêcanê yên di derbarê destûra bingehîn de, alîyê Ermenîstanê dîyar kir ku di destûra bingehîn ya Adirbêcanê de tu îddîaya erdî li hember Adirbêcanê tune ye û guhertina destûra bingehîn mijarek navxweyî ya welat e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button