H’emû nûçeSereke

Arayîk Harûtyûnyan li herêma Aragasotnê çûye serdana gundên  hûrgelên netewî

6 ê gulanê  serokê dîwana serokwezîrîyê, serokê lijneya kêmarên netewî Arayîk Harûtyûnyan, li herêma Aragasotnê çûye gundên hûrgelên netewî, bi niştecîhan re civîyaye, bi bernameyên ku hatine pêkanîn bûye nas.

Li gor ku ji serokatîya serekanîyê hatîye ragîhandin walîyê Aragasotnê Sêrgêy Movsîsyan byûcêya sala 2018-2024 a  raber kirîye.Li gorî vê bernameyên alîkarî hatine bi cîhanîn, di çarçoveya wan de  mîlyardek 330 mîlyon dram veberhênan hatine kirin, bernameyên dewletê – 8 mîlyard  600 mîlyon dram. Di çarçoveya bernameyên ku hatine tetbîqkirin asfaltkirin, gazafîkasîyakirin, dabînkirina avê û her wiha avakirina sazîyên çand û perwerdeyê hatine kirin.

Arayîk Harûtyûnyan li Elegezê li baxçeyê zarokaye modûlar ya bi 144 cîhan tê çêkirin qesidîye.

Her wiha li gundê Cercerîsê avakirina komplêkseke perwerdehîyê ya bi  144 cîhan pêk tê raberî  serokê serokwezaretîyê hatîye kirin. Li gorî çavkanîyê di çarçoveya serdanê de Arayîk Harûtyûnyan bi rûniştvanên Elegezê, Cercerîsê û Şamîram re jî hevdîtin pêk anîye.

Arayîk Harûtyûnyan di axaftina xwe de destnîşan kirîye ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên hindikahîyên neteweyî xebatên pir cidî tên kirin û destnîşan kirîye ku hukumet girîngîyê dide pêşketina wekhev ya civakan. “Veberhênanên ku ji byûcêya dewletê tên kirin jî ji bo vê yekê ne, tenê bi pêşxistina paytext yan jî çend bajaran em nikarin bibin xwedî dewleteke bihêz. Û civakên bi hindikahîyên netewî hêzeke zêde didin dewleta me. Em bi vê yekê serbilind in, em civaka pirçandî ya ku li komarê heye nîşan didin û ji bo ku em di wî warî de bixebitin, em ê jî hewl bidin ku amûrên nû peyda bikin, da ku mafên xwe yên olî bi cîh bînin”.

Piştra Arayîk Harûtyûnyan caba pirsên  ji alîyê binelîyada bilinêdkirî, daye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button