H’emû nûçeSereke

Rayedarên Adirbaycanê  ofîsa komîsarê  bilind yê penaberan ya Neteweyên Yekbûyî girtine

Ofîsa komîsarê bilind ya penaberan ya Netewên Yekbûyî ji hukumeta Adirbêcanê daxuyanîyeke fermî wergirtîye û xebatên xwe yên li wî welatî bi dawî tîne.

Ev ji hêla nûnerê UNHCR ê Mêtyû Soltmarş ve di bersiva lêpirsînek APA de hatîye ragîhandin.

Tevî rêtorîka dîplomatîk ya bi peyamê re, rastî pir xemgîn e, bi encamên dûr ve.

Berîya çend salan rayedarên Adirbêcanê ofîsa  Organîzeya Hevkarî û  Ewlekarîya  Avropayê girtibûn, piştre ji ber helwesta Bekûyê li ser berdewamkirina karê ofîsa Yêrêvanê ya Organîzeya Hevkarî û  Ewlekarîya  Avropayê li hevkirinek pêk nehat û ew jî hat girtin. Di van demên dawî de, rayedarên Adirbêcanê dest bi axaftinê li ser girtina dêlêgasîya komîtêya navneteweyî ya Xaçê Sor kirine.

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî niha girtî ye. Kêmkirina bi lez ya hejmara şehîdên potênsîyal yên tiştên ku li welat diqewimin û bi navê zexta li ser muxalefet û mêdyayê, dibe sedema ramanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button