Nava fikirdarîya sîyaseta meye derda tu cara usa nebûye ku em pêwandîyên tevî Rûsîyayê nedine kûrkirinê

Ermenîstan sîyaseta balanskirîye der mîyaser dike û kîsî pêwandîyên başqe tevî yên mayîn pêwandîya çê nake.
Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê dayîna bersivên pirsên parlamêntvanaye li parlamêntê gotîye û bersiva wê pirsê daye ku gelo seredana 9 ê gulanêye li Moskvayê nikare pêwandîyên tevî rojavayê bide xirabkirinê.
“Em sîyaseta dere balanskirî mîyaser dikin.Nava wê sîyasetêda tiştê usa tune ku em kîsî pêwandîyên alîkî, pêwandîyên tevî alîyê mayîn çêkin.Nava sîyaseta meda tu cara usa nebûye ku em pêwandîyên tevî Rûsîyayê pêşda nebin û nedine kûrkirinê. Bona min ew gotin ewqasî jî ne ya femkirinêye”,- Paşînyan gotîye.
Serokwezîr merasîma ku li Moskvayê wê bê pêkanînê, girîng hesab kirîye û daye dîyarkirinê,wekî wextê hevdîtinên li Moskvayê usa jî pirsên rojeva dualî wê bên gotûbêjkirinê.
Çawa bersiva wê pirsê ku gelo nava dorana seredanêda hevdîtinên dualî wê hebin,yan na, Paşînyan gotîye wekî ew civîn ne ya formale û hevdîtin wê hebin.Ewî daye dîyarkirinê,wekî grafîka merasîmê gelekî sixe û nava qewilên wî cûreyîda ewê bixebitin.







