H’emû nûçeSereke
Adirbêcan proseyên mehkemê bona zêdekirina propaganda hiznekirina ermenîya dide xebatê: hiqûqzan

Adirbêcan proseyên mehkemê bona zêdekirina propaganda hiznekirina ermenîya dide xebatê.Derheqa wê yekêda seroka navenda mafê hiqûqî, navneteweyî û himberîhevkirinê Sîranûş Sahakyanê wextê civîna yekîtîya dozgerên avropî gotîye, ya ku li Yêrêvanê pêk tê.
Ewê bîr anîye,wekî li gorî melûmetîyên îzbatbûyî, li Adirbêcanê 23 ermenî tên xweykirinê, ji kîjana 16 bi menîyên çêkirî gunehkar dikin. Proseyên mehkemê derdayî tên mîyaserkirinê û îzinê nadin ku dîtindar beşdarbin. Bûyarên usa jî qewimîne, dema ku bona beşdarbûnê meriva cêribandine li wir amadebin, lê ew bona lêkoloînê hatine gazîkirinê û carina jî ji welêt ew dîplomatên bîyanî hatine derxistinê.







