H’emû nûçeSereke

Li Hindistanê ji bo piştgirîya Pakîstanê firotana pakêtên tûrîstan bo Adirbêcanê rawestandîye

Ajansa tûrîstîyê ya Hindistanêye Cox & Kings biryara xwe ya rawestandina firotina pakêtên tûrîstîyê bo Adirbêcanê, Ûzbekistanê û Tirkîyayê ragihandîye, li gorî rewşa jeopolîtîk ya heyî û rewşa giştî ya li welêt. Ev ji hêla Hindustan Times ve hatîye ragihandin.

Rêvebir, Karan Agarval, gotîye: “Em her weha ji rêwiyên hindî şîret dikin ku hişyar bin û ji rêwîtiya ne-bingehîn berbi van deveran dûr bikevin heya ku di hawîrdora jeopolîtîk ya berfireh de zelal û lihevhatineke mezintir hebe”.

Wekî ku Loktej English dinivîse, platformeke din, EaseMyTrip, rêwiyan hişyar kirîye ku Tirkîyayê û Adirbêcanê piştgirî dane Pakîstanê û ji xerîdar re tê şîret kirin ku tenê di rewşek pir hewce de biçin van welatan.

Şîrketa Travomint jî ragihandîye ku firotana pakêtên tûrîstîyê yên berbi Tirkîyayê û Adirbêcanê bi temamî rawestandiye. Pargîdanî piştgirî da bangeke neteweyî ya boykotkirina sefera wan welatan di nav zêdebûna rageşiya dîplomatîk de. Wana lê zêde kirîye ku xerîdarên ku rezervasîyonên li ser van rêgezan betal dikin wê drav neyên girtin.

Hêjayî gotinê ye ku Adirbêcan û Tirkîya di şerê bi Hindistanê re bi eşkereyî pişta Pakistanê girtine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button