Mesrûr Barzanî: bingehê Lalişê xizmeteka berçev bo kûltûr û hunerê resen yê kurdî kirîye

Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja duşemê ji ber salvegera 32 a ya damezrandina bingeha Lalişê peyameke pîrozkirinê arasteyî êzîdîyan dike û dibêje: “Bingeha Lalişê xizmeteka berçeva kûltûr û hunerê resenê kurdî û dab û nerîtên êzîdîyan kirîye”.
Ev jî peyama serokwezîr Mesrûr Barzanî ye:
Ez salvegera 32 a ya damezrandina bingeha Lalişê yê rewşenbîrî û cvakî, li serok û endamên desteya bilind û hemî xûşk û birayên êzidî pîroz dikim û hîvîya pêşkeftin û berdewambûnê ji bo we dixwazim.
Bingeha Lalişê xizmeteke berçev ya kûltûr û hunerê resen yê kurdî û dab û nerîtên civaka êzîdî kirîye û rolekê girîng di bihêzkirna biratîyê û pêkvejîyana di nav pêkhateyên Kurdistanê da heye.
Damezrandina bingeha Lalişê pîroz be û her serkeftî bin.







