H’emû nûçeSereke
Sala borî tûrîstan herî zêde Garnî-Gexard, herî kêm Cêrmuk û Xinzoresk ziyaret kirine

Di çarçoveya gerên ku ji alîyê opêratorên gerê ajansên rêwîtîyê ve tên organîzekirin de, tûrîstên ku par serdana Ermenîstanê kirine herî zêde Garnî-Gêxard, herî kêm Xnzorêsk û Jêrmuk zîyaret kirine.
Sala 2024 a de nêzî 34 hezar geştyaran serdana Garnî-Gêxardê, zêdetirî 19 hezar geştyaran jî serdana Sêvan û Dîlîcanê kirine. Noravank û Tatêv jî cihê eleqeya geştyaran e û her yek derdora 14 hezar zîyaretvanan dibînin. Paytexta duyemîn ya Ermenîstanê Gyûmirî ji alîyê 11 hezar turîstan ve hatîye ziyaretkirin.
Di nav bajarên turîstîk yên Ermenîstanê de tûrîstan herî kêm eleqeya xwe nîşanî Jêrmûkê dan – tenê 4327 zîyaretvan. Kêm kes jî serdana Xnzorêskê, ku pira dihejîne, bi 3 388 ziyaretvanan kirîye.







