SerekeSîyasî

Serok Barzanî: em bi hemî rengan piştevanîya serkeftina piroseya aşîtîyê li Tirkîyayê dikin

Serok Barzanî di peyamekê de radigîhîne: “Cîhê dilxweşîyê ye ku di piroseya çareserîya aşîtîyane de li Tirkîyayê, hemî alîyan helwestên baş hebûn”.

Baregayê Barzanî  roja duşemê peyama serok Barzanî li ser xwehelweşandina PKK ê parve kirîye ku tê de hatîye gotin: “Cîhê dilxweşîyê ye ku di piroseya çareserîya aşîtîyane de li Tirkîyayê, hemî alîyan helwestên baş hebûn û pêngavên erênî bi arasteya çareserîya aşîtîyane hatin avêtin”.

Serok Barzanî di peyama xwe de amaje jî daye: “PKK ê kongireya xwe li dar xist û hejmareke biryaran derxist. Em hêvîdar in ew pirose bighîje encameke baş û di berjewendî û xêra deverê û hemî alîyan de be”.

Serok Barzanî di dawîya peyama xwe de tekez jî kirîye: “Em bi hemî rengan piştevanîya serkeftina wê piroseyê dikin”.

Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK)  roja duşemê, di ragîhandinekê de encamê kongireya xwe ya 12 a ragîhandîye, ku di navbera 5 a heta 7 ê vê mehê de li jêr ronahîya banga rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan hat lidarxistin.

PKK ê di ragîhandina xwe de amaje jî daye: “Xebata PKK ê sîyaseta înkar û wêrankirinê ya li dijî gelê me nehêlaye, pirsa kurdan bi rêya sîyaseta dêmokrasî gîhandîye xala çarekirinê û ji vî alî ve  PKK ê erkê xwe yê dîrokî temam kirîye. Li ser vê bingehê, kongireya 12 a ya PKK ê bi merema bicihanîn û birêvebirina piroseya kiryarkî li jêr serkirdetîya rêber Apo (Ebdile Ocalan), biryara helweşandina heykelê rêkxistinî yê PKK ê û bidawîanîna awayê xebata çekdarîyê da, herwesa ew çalakî jî bidawî anîn yên ku bi navê PKK ê tên kirin”.

PKK ê ron jî kirîye: “Kongireya me tevî berdewamîya şerî û êrîşên asmanî û bejahî yên berdewam di şert û mercên dijwar de bi awayekî biserkeftî bi rê ve çû. Ew kongire ji ber sedema ewlehîyê di yek demê de li dû deverên cuda hat lidarxistin. Bi tevahî jî  232 nûner tevlî wê bûn”.

Herwesa biryar e hukumeta Tirkîyayê jî  bi serokatîya serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan bicive û di wê civînê de, danûstandinan li ser piroseya aşîtîyê û qonaxa piştî kongireya 12 a ya PKK ê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button