Yêrêvan û Aşgabad di mijara îtxalkirina gaza ji Tirkmênistanê bo Ermenistanê de hê negihîştine rêkeftineke pêşîn: wezîreta Ermenîstanêye serkarîkirina têrîtorîya
Sazîyên pêwendîdar yên Komara Ermenîstanê bi salan e li ser mijara îtxalkirina gaza ji Tirkmênistanê bo Ermenîstanê bi alîyên tirkmênî re bi formatên cuda nîqaş kirine. Wezîreta Ermenîstanêye serkarîkirina têrîtorîya di bersiva daxwazeke nivîskî ya Factor TV de ragîhandîye: “Lê belê, alîyan hîn negihiştine lihevkirineke pêşîn, ku encamên wê dest bi danûstandinan bike”.
Herwesa wezîretê amaje bi wê yekê jî kirîye, ku di demên cuda de, li ser vê mijarê bi alîyên Îranî re gotûbêj hatine kirin û di çarçoveya wan gotûbêjan de, alîyên Îranî nêrîna xwe ya erênî nîşan daye û amadeyîya xwe jî nîşan daye ku heger lihevkirinek destpêkî di navbera alîyan de hebe, li ser hûrgilîyên derbarê derbazbûnê de gotûbêj bikin.
Em bi bîr bînin ku şêwirmendê Nîkol Paşînyan Artaşês Tûmanyan di civîna 10 emîn ya komîsyona hevkarîya aborî ya navbera Ermenîstan û Tirkmênistanê de ku 26 ê adarê li Yêrêvanê hatîye lidarxistin ragîhandîye ku Yêrêvan û Aşgabad li ser peymana kirîna gaza xwezayî ji dewleta Tirkmêngaz re mûzakere dikin, ku bi rêya vê peymanê wê gaza tirkmênan ya Îranê bi rêya Ermenîstanê bê şandin.
Şêwirmendê Paşînyan her wiha gotîye, di heyama çend salên borî de, şandên Ermenîstanê serdana Tirkmênistanê kirine û di wê hevdîtinê de çend bername hatine gotûbêjkirin, ku ew jî girêdayî sêktora ênêrjîyê ye.







