SerekeSîyasî

Komîsyona azadiya olî ya Dewletên Yekbûyî li Adirbêcanê li ser hilweşandina mîrata ermenîyan li dar bixe

Di daxuyaniya USCIRF ê de hat destnîşankirin ku komîsîyona azadîya olî ya navneteweyî (USCIRF) wê  5 ê hezîranê li ser rewşa Adirbêcanê rûniştineke vîrtûal li dar bixe û tê de mijara tunekirina mîrata çandî ya ermenîyan jî bê nîqaşkirin.

Rêxistinê di daxuyanîyekê de gotîye: “Cîhên olî yên Qerebaxê berdewam di bin gefê de ne ji ber ku rayedarên Adirbêcanê… mîrata çandî ya ermenîyan wêran dikin”.

Hatîye destnîşankirin ku şert û mercên azadîya olî yên li Adirbêcanê xeternak in.

“Qanûna olî ya welat şert û mercên qeydkirinê yên giran li ser civakên olî ferz dike da ku ew bi awayekî qanûnî tev li çalakîyên olî bibin. Di salên dawî de, piştî xiravbûna têkilîyên bi Îranê re, hukumeta Adirbêcanê jimarek rêkor ya misilmanên şîya bi hincetên olî girtin û zindan kirin. Gelek ji girtîyan karbidestên qanûnê bi tundûtûjîya fîzîkî û şêwazên din yên Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê tawanbar dikin”.

“Di sibatê de, USCIRF serdana Adirbêcanê kir da ku rewşa azadîya olî li welat binirxîne û bi nûnerên civaka olî, parêzvanên mafên mirovan, û rayedarên hukumetê re hevdîtin bike. Sala 2025 de, “Di rapora xwe ya salane de, USCIRF pêşnîyar kir ku wezîreta karên der ya Dewletên Yekbûyî Adirbêcanê ji bo binpêkirinên giran yên azadîya olî bixe nav lîsteya çavdêrîya taybet ya Adirbêcanê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button