Ararat Mîrzoyan bi Kaya Kalasê re li ser girîngîya îmzekirina peymana di navbera Ermenistanê û Adirbêcanê de niqaş kirine

14 ê gulanê wezîrê Ermenîstarnêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi serdana xebatê çûye Bryûsêlê.
Wezîr Mîrzoyan rastî alîkara serokê komîsyona Avropayê û nûnerê bilind yê polîtîkayên der û ewlekarîyê yê Yekîtîya Avropayê Kaya Kalasê hatîye.
Hevpeyvîn li ser dîtin û pêrspêktîvên kûrkirina hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê û her wiha xebatên hevpar yên ji bo berfirehkirina hevkarîyê di warên taybet de gotûbêj kirine.
Wezîr Mîrzoyan destnîşan kirîye ku bingehên bingehîn yên dêmokrasî û aşîtîyê di çarçoveya hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de ne û di encama xebatên hevpar de encamên berbiçev hatine bidestxistin. Wezîrê Ermenîstanêyî karên der û nûnera bilind ya Yekîtîya Avropayê bo karên der û sîyaseta ewlehîyê li ser peywendîyên pêşerojê yên asta bilind û babetên rojeva wan gotûbêj kirine.
Ararat Mîrzoyan û Kaya Kalasê li ser geşedanên navneteweyî û herêmî nêrînên xwe guherandin û bal kişandin ser girîngîya pêşxistina hevkarîyên xurt û wekhev di vê heyama nezelalîyê de. Di çarçoveya xebatên ji bo avakirina aşîtîyê li Başûrê Kafkasyayê, girîngîya îmzekirina peymana ji bo avakirina aşîtî û têkilîyên navdewletî yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatine destnîşankirin.







