H’emû nûçeSereke

Ermenîstan li gel Hindistanê di  salên 2022-2023 de girêbestên parastinê yên bi bihayê  1,5 mîlyard dolarî îmze kirîye: Hindistan di sûkên çekan ya Ermenîstanê de dewsa Rûsyayê digire

Ermenîstanê salên 2022-2023 a de bi Hindistanê re bi bihayê 1,5 mîlyard dolarî peymanên parastinê îmze kirîye. Ev yek di rapora “Hevkarîya rûsî-ermenî ya di qonaxa niha” ya konsêya têkilîyên navneteweyî ya Rûsyayê de, li ser daxuyanîyên li parlamentoya welêt, ku Vedomosti ê nirxandîye, tê gotin.

Tê gotin ku di wê heyamê de Yêrêvanê li ser kirîna sîstemên Pinaka yên 214 mîlîmêtrê, topxaneyên ATAGS yên 155 mîlîmêtrê, pergalên parastina hewayî ZADS, pergalên parastina hewayî Akash-1S, pergalên mûşekên dijî tanka yên Konkurs, hawan û cebilxaneyên cûre-cûre yên Hindistanê gelek peyman îmze kirine. Tê payîn ku Hindistan di demek nêz de pergalên parastina hewayî yên menzîla navîn Akash-NG bişîne Ermenîstanê.

Hevkareke din yê leşkerî yê sereke yê Ermenîstanê Fransîya ye, ku Yêrêvanê salên 2023-2024 a de ji bo kirîna çekan bi qasî 250 mîlyon dolarî peyman îmze kirîye, di nav de sê radarên GroundMaster 200, pergalên berevanîya hewayî ya mobîl Mistral 3, û pergalên topavêjên xweser yên qeyser.

Di raporê de tê gotin ku Yêrêvanê  sala 2021 a de peymana xwe ya dawî ya parastinê bi hevalbenda xwe ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv Rûsyayê re bi nirxê 400 mîlyon dolarî îmze kirîye, lê heta îro bi temamî nehatîye bicihanîn.

Înstîtûta lêkolînên aşîtîyê ya navneteweyî ya Stokholmê nivîsîye ku di navbera  sala 2011 a û  sala 2020 de, para Rûsyayê di îtxalata çekan ya Ermenîstanê de gihîştîye 94 selefî. Lê belê, sala 2024 a de ew daket 10 selefî, wekî ku sêkrêtarê encûmena ewlekarîya Komara Ermenistanê Armên Grîgoryan di destpêka adara heman salê de ragîhandîye.

Xudanên raporê di wê bawerîyê de ne ku sedema kêmbûna pişka Rûsîyayê di bazara çekan ya Ermenîstanê de, ji ber opêrasîyonên leşkerî yên li Ûkraînayê didomin, zehmetîyên peydakirinê ne. Bi ser de jî îmaja Rûsîyayê di nav civaka ermenîyan de hatîye guhertin. Ji welatekî dost veguherîye dewleteke ku ji bo Ermenîstanê “tehdîdên sîyasî” jê derdikevin.

Li gorî ankêta ku ji alîyê înstîtûta komarî ya navneteweyî ve kanûna sala  2023 a de hatîye kirin, Moskva di vê nîşaneyê de piştî Adirbêcan û Tirkîyayê di rêza 3yemîn de cîh girtîye.

Dezgeha mêdyayî dinivîse ku faktora dîyarker ji bo vê yekê têkçûna hêzên çekdar yên Ermenîstanê di şerê duyemîn yê Qerebaxê de di payîza sala sala 2020 î de bû, û piştre jî şer û pevçûyînên çekdarî bi artêşa Adirbêcanê re li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê bû, ku di wan deran de, ji pêrspêktîva Yêrêvanê ve, Moskva bertek nîşan da. Di encamê de, serkirdayetîya Ermenîstanê stratêjîyeke pirrengkirina têkilîyên xwe yên derve ji bo nêzîkbûna bi dewletên rojavayî re hilbijart. Di çileya sala  2025 de, Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî li Waşîngtonê peymaneke hevkarîya stratêjîk îmze kirin. Parlamentoya Ermenîstanê meha sibatê de pêşnûmeya hukumetê ya ji bo destpêkirina pêvajoya endamtîya Ermenîstanê ya Yekîtîya Avropayê qebûl kirîye.

Lê belê bêyî van pêvajoyan, Rûsîya hevkarê sereke yê bazirganîya Ermenîstanê ye. Li gorî komîtêya îstatîstîkî ya Ermenîstanê, sala borî  41 selef ji bazirganîya welêt (12,4 mîlyard dolar, ku 3,1 mîlyard dolar îxracata Ermenîstanê bû) ji Rûsîyayê zêdetir bû, di heman heyamê de sala 2023 a ew bû 37 selef (7,9 mîlyard dolar). Di raporê de tê gotin ku zêdebûna  bazirganîyê bi giranî ji ber hinardekirina hejmareke kelûpelên rojavayî bo bazara Rûsîyayê û kelûpelên rûsî bo bazarên navneteweyî bi rêya axa Ermenîstanê bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button