Înîsîyatîvên ku ji bo avakirina aşîtîya li herêmê alîkar in, bi alîyên amêrîkî re têne gotûbêj kirin: berdevka wezîreta karên der

Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê bersiva daxuyanîya şêwirmend û alîkarê serokê Amêrîkayê Donald Trump Stîv Wîtkof daye.
“Di çarçoveya dîyaloga bi alîyê Amêrîkayê re mijarên cûre-cûre tên gotûbêjkirin û wiha dewam kirîye: him hevkarîya stratêjîk ya ku hatîye avakirin û him jî înîsîyatîvên ku ji bo avakirina aşîtîya herêmê dibe alîkar, hilbet dikarin derfetên nû bidin”,-ewê daye kifşê.
Bînin bîra we ku Wîtkof, ku di pêşengîya mûzakereyên mezin yên aşîtîyê li çaralîyê cîhanê de dibe alîkar, hefteya borî li qesira Sipî hevpeyîvîneke taybetî ji Breitbart News re kirîye, ku tê de behsa peymana Birahîm kirîye. Li gorî wî, tê çaverêkirin ku di çend mehên pêş de peymana Birahîm bê berfirehkirin, ji bo vê jî “ênêrjîya mezin” heye.
Rojnameger bi bîr xistîye ku peymana Birahîm wek destkeftîya dîplomatîk ya serdema ewil ya Tramp tê dîtin.Ewî karî bi fermî peywendîyên di navbera hejmareke welatên ereb û Îsrayêlê de ji bo cara yekem piştî deh salan normal bike. Niha ku Tramp vegerîyaye serokatîya Amêrîkayê, li gorî Wîtkof, “ênêrjîya mezin” jî vegerîyaye û ew bawer dike ku dibe ku di demeke nêzîk de gelek welat beşdarî peymanan bibin.
Wîtkof pêşbînî kirîye ku welatên wek Libnan, Sûrîya û Lîbya tevlî bibin. Ewî tevlîbûna Ermenîstanê û Adirbêcanê jî red nekir. Bi dîtina wî, “ew pir nêzîkî çareserkirina kêşeyên li wan welatan, ji bo çareserîyeke dawî ne”.
“Ez difikirim ku her du welat amade ne ku beşdarî peymana aşîtîyê ya Birahîmî bibin”,-ewî gotîye.







