H’emû nûçeSereke
Stansîya Mêsamorêye atomî wê îro nîvê şevê ji bo lênihêrîna plansazkirî bê girtin

Alîkarê yekemîn yê midûrê giştî yê stansîya atomî Movsês Vardanyan ragîhandîye ku îro piştî nîvê şevê, santansîya Ermenîstanêye atomî wê ji bo lênihêrîna plankirî bê girtin.
Ewî destnîşan kirîye ku vê carê lênihêrîna plansazkirî wê ji dema hatî destnîşankirî dirêjtir bigire.
Movsês Vardanyan wiha gotîye: “Kar wê 60 rojan bidome, ji ber ku pêvajoyên heyî wê bi guhertina hin pergalên otomasyon û ewlehîyê yên qereqolê bên temam kirin”.
Alîkarê midûrê karên der serdana balyozê Rûsîyayê Sêrgêy Kopyrkin ji bo stansîya atomî daxuyanî daye rojnamevanan.







