Di destûra bingehîn ya Komara Ermenîstanê de îddîaya erdî tune: bersiva serokwezîr ji bo rojnamevanê Adirbêcanê /vîdyo/
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê vîdyoyek belav kirîye û dîyar kirîye ku ewî bersiva pirsên rojnamevanê Adirbêcanê daye.
“Li Tîranayê min bersiva pirsên rojnamevanekî Adirbêcanê ku xwe wek peyamnêrê têlêvîzyona Giştî ya Adirbêcanêye daye naskirin, daye”.
Ewî bal kişand ser nîgeranîyên ku di asta herî bilind de ji Adirbêcanê hatine gotin ku di makezagona Ermenîstanê de li himber Adirbêcanê îddîayên erdî hene.
Li gorî serokwezîr, riya here kurt ya ji holê rakirina fikaran îmzekirina peymana aştîyê ye, ji ber ku di erêkirina wê de, wê di asta qanûnî ya bilind de bê tomar kirin ku Ermenîstan li hember Adirbêcanê û bi giştî cînarên wê ne xwedî îddîaya erdî ye.
“Em jî nîgeran in, em di destûra Adirbêcanê de îddîayên erdî yên li himber Ermenîstanê dibînin, lê wek Adirbêcanê em wê mijarê nakin, ji ber ku em dibînin ku pêşnûmeya peymana aşîtîyê li ser wê mijarê ye”,-ewî gotîye.







