SerekeSîyasî

Serok Barzanî ji Bexdayê re: heger bawerîya we bi fêdêralîzmê nemaye, ji me re bêjin

Serok Mesûd Barzanî 15 ê gulana sala 2025 a, di kongreya yekbûna yekîtîya lawên dêmokrat yên Kurdistanê û yekîtîya xwendikarên Kurdistanê li ser helwesta Bexdayê gotîye: “Heger bawerîya we bi fêdêralîzmê nemaye, ji me re bêjin”.

Serok Mesûd Barzanî di kongreyê de gotarek raber kirîye û têda rexne li helwesta Bexdayê ya derbarê Herêma Kurdistanê girtîye û bang li Bexdayê kirîye ku heger bawerîya wê bi sîstêma fêdêralî nemaye, vê yekê bi eşkereyî ragihînin.

Serok Barzanî gotîye: “Divê Bexda li gorî rewatîya herêmê tevbigere.Cotmeha borî hilbijartin çêbûn û hilbijartinan jî giranîya hemû alîyan nîşan da. Heger çend kes ji ber çi mebestê be, xwe pê qaneh bikin, gilî bikin û li gorî wan tevger bê kirin, ev binpêkirina destûrê, rewatîyê û her tiştî ye”.

Herwiha gotîye: “Werin li gorî herêmê tevbigerin. Heger mebest ew e ku fêdêralîzm nemaye, bila bi eşkereyî ji me re bêjin ku bawerîya me bi fêdêralîzmê nemaye. Wê demê wê qebûl bike, yê ku qebûl neke jî, wê biryara xwe bide. Lê serederîya ku niha li gel herêmê tê kirin, ne ya fêdêralîzmê ye”.

Derbarê pêwendîyên Hewlêrê û Bexdayê de jî, serok Barzanî wiha axivîye: “Heger hemû alîyên sîyasî bixwazin Îraq aram bibe û xelkê wê bextewar be, divê vegerin ser her sê bingehên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê ku piştî sala 2003 a Îraq li ser wan hatîye damezrandin. Heger ew neyê kirin, ez bawer nakim ku rewşa Îraqê aram bibe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button