Makron piştgirîya xwe ya tam ji bo yekparçeya erd û serwêrîya Ermenistanê nîşan daye

Serokkomarê Fransîyayê Êmanûêl Makron dîyar kirîye ku normalîzekirina têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê ji bo aramîya li Kafkasya Başûr girîng e û herwiha piştgirîya tam ya ji bo yekparçeya erdî û serwêriya Ermenîstanê nîşan daye.
Li gor rapora “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokkomarê Fransîyayê piştî hevdîtina xwe ya bi serokwezîrê Ermenîstanê, di nivîsa xwe ya li ser mîkrobloga X ê de elam kirîye.
“Bi serokwezîr Nîkol Paşînyan re li Albanîayê, di çarçoveya civîna bilind ya civaka sîyasî ya Avropayê de, min piştgirîya xwe ya ji bo îmzekirina peymana aşîtîyê ya bi Adirbêcanê re di demeke herî kurt de piştrast kirîye”,- Êmanûêl Makron nivîsîye.
Serokkomarê Fransîyayê bal kişandîye ser wê yekê ku normalkirina peywendîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ji bo aramîya navçeyê pêwîst e.”Piştgirîya tam ji bo Ermenîstanê, yekparebûna axa wê û serwêrîya wê.”
Di hevdîtina xwe de, me mijareke din ya pir girîng nîqaş kirîye: “Em ji nêz ve ji bo amadekirina konfêransa okêanê ya Neteweyên Yekbûyî ku meha hezîranê li Nîsayê bê lidarxistin û her wiha konfêransa partîyên cewherî ya Bîyolojîk COP17 ku Ermenîstan plan dike sala 2026 a de mazûvanîya wê bike, hevkarîyê dikin”,- Êmanûêl Makron di peyama xwe de gotîye.







