Sala 2024 a de veberhênanên banka avropî ya avakirin û pêşketinê li Ermenîstanê gihîştîye 400 mîlyon yûroyî: Vahê Hovhannîsyan li Londonê

Şanda bi serokatîya wezîrê fînansa Vahê Hovhannîsyan, bi nûnertîya şaredarê Yêrêvanê Tîgran Avînyan û wezîrê Ermenîstanyî serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Davît Xûdatyan, di çarçoveya serdana xwe ya li Londonê rastî serokê banka Avropayêye avakirin û pêşketinê Odîl Rêno-Basot hatîye. Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye fînansa elamî News.am ê kirîye.
Wezîr Hovhannîsyan ewil spasîya serokê banka Avropayêye avakirin û pêşketinê kirîye ji ber hevkarîya bi bandor û di encamê da veberhênanên banka Avropayêye avakirin û pêşketinê yên li Ermenîstanê di sala 2024 a da gihîştin asta rêkordê 400 mîlyon yûro. Paşê, Vahê Hovhannîsyan li ser mijara beşdarbûna Ermenîstanê di pêvajoya zêdekirina sermayeya banka Avropayêye avakirin û pêşketinê de, bal kişand ser amadebûna Ermenîstanê ji bo piştgirîkirina mîsyona sazîyê.
Şanda bi serokatîya wezîr her wiha bi tîmên pispor yên banka Avropayêye avakirin û pêşketinê re jî hevdîtin pêk anîyê û li ser pêşkeftina projeyên binesazîya girîng yên li portfêlya Ermenîstanê de û pirsgirêkên heyî nîqaş kirine.







