SerekeSîyasî

Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv gumane ku peymana aşîtîyê ya di navbera Yêrêvanê û Bekûyê de wê zûtirekê bê îmzekirin

Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv gumane ku peymana aşîtîyê ya di navbera Yêrêvanê û Bekûyê de wê zûtirekê bê îmzekirin.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda TASS  elam dike, li gorî daxuyanîya sêkrêtarê giştî yê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv Îmangalî Tasmagambêtov.

“Li Kafkasîyayê hin geşedanên erênî hene.Ev daxuyanîya Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê li ser temamkirina danûstandin û lihevkirina li ser têksta belgeya navdewletî ya di navbera her du welatan de ye. Em gumana xwe ya ji bo îmzekirina belgeyê di zûtirîn demê de tînin ziman û li bendê ne ku bi cî bi cîkirina wê rê li ber aşîtî û aramîya li Kafkasya Başûr veke”,- Tasmagambêtov di civîna lijneya parlamenteran ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêkîtîvda  gotîye.

Civîna konsêya parlamentoya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv li paytexta Qirqizistanê Bîşkêkê tê lidarxistin û  sala 2025 a de wê serokatîya rêxistinê bike. Ermenîstanê xebatên xwe yên di nava rêxistinê de qerimandîye û wê beşdarî rûniştin û çalakîyên di çarçoveya wê de tên lidarxistin nebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button