H’emû nûçeSereke

Projeyeya bi navê “Korîdora Zangêzûrê” tune: Armên Grîgoryan

Rast gotî, qet nîqaş li ser tu korîdorê nayê kirin, em têgeheke wiha jî bi kar naynin. Derheqa wê yekêda Irna ê ji zarê sêkrêtarê  konsêya ewlekarîyê Armên Grîgoryan ku niha bi serdana kar li Îranê ye, ragîhandîye.

“Em li ser çawanîya şikandina xitimandina têkilîyên herêmî, aşîtî û aramîyê li herêmê û îmkana pêşveçûnê diaxivin”,- Grîgoryan daye kifşê.

Ewî gotîye ku Ermenîstan ji bo pêkanîna aşîtî û îstîqirarê û zêdekirina pêwendîya bi hev re dixebite. “Bi taybetî “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku me pêşnîyar kirîye, projeyek e ku armanca wê vekirina xitimandinên heyî û xurtkirina binesazîya aborîyê da ye ku têkilîyên herêmî û pevgirêdanan kûr bikin”.

Em  wê bawerîyêdinin ku evê pir bikêr be û wê veberhênanên ji bo aramîya herêmê pêş bixe. Ji ber vê yekê, ez texmîn dikim ku dema ku metina dawî ya li ser derfetên aborî amadebe, em ê karibin mijarên mayî nîqaş bikin û li ser çarçoveyeke berfireh ya aşîtîyê dest bi xebatê bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button