H’emû nûçeSereke

Ermenîstan naxwaze têkilîyên xwe yên hevalbendîyê bi Rûsîyayê re ji nû ve biguherîne:Mîrzoyan

Yêrêvan naxwaze têkilîyên xwe yên hevalbendîyê bi Moskvayê re ji nû ve biguherîne.Di civîna çapemenîyê ya hevpar ya wezîrên Ermenîstanê û Rûsîyayêye  karên  der Ararat Mîrzoyan elametî belav kirîye û bersiva pirsa rojnamevanê rûs daye.

“Gelo em xwe amade dikin ku têkiliyên xwe yên hevalbendiyê bi Rûsîyayê re nûve bikin?. Ez dixwazim pir raste-rast bersivê bidim na.Mafên me, nîyetên me yên li himberî hev bi awayekî zelal li ser kaxezê hatine nivîsandin, îmzekirin, erêkirin û tu kesî betal nekirîye. Di heman demê de fikarên alîyên ermenî jî tê zanîn ku tedbîr û mêxanîzmên plankirî ne her tim yan jî bi awayê dîyarkirî ne kar kirine, lê ev mijareke bi tevahî cuda ye”,-Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button