H’emû nûçeSereke
Wezîrên Ermenîstanê û Fransîyayêye karên der li ser gavên ji bo kûrkirina hevkarîyê fikirîne

20 ê gulanê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi wezîrê Komara Fransîyayê ya Avropayê û wezîrê karên der Jan-Noyêl Baro bi telefonê axivîye.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der hatîye ragîhandin.
Wezîran li ser rojeva têkilîyên heyî û yên di çarçoveya hevkarîyên dualî yên Ermenistan-Fransîya de axivîne. Piştî gotûbêja di navbera rêberên her du welatan de li Tîranayê hevtîya borî, Ararat Mirzoyan û Jan-Noêl Baro li ser gavên ku ji bo kûrkirina hevkarîyê ne, nêrînên xwe dane hev.
Mijarên hevkarîyê yên di platformên piralî û herwiha di nav civaka sîyasî ya Avropayê de hatine gotûbêjkirin.







