H’emû nûçeSereke

Di nav axa Ermenîstanê de “Adirbêcana Rojava” ê tune ye: berdevka wezîreta  Ermenîstanêye karên der bersiva daxuyaniya Elîyêv daye

Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê, li ser gotina derew ya bi navê “Airbêcana Rojava” ê ya ku serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv careke din anîbû ziman, kirîye.

Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der li ser mijarê, bersiva pirsa “Armenpress” ê daye.

Pirs: Di yek ji wan çalakîyan de ku duh hate lidarxistin, peyama serokkomarê Adirbêcanê hate bihîstin ku dîsa li ser gotina “Adirbêcana Rojava” ê tê gotin. Hûn çawa reaksiyon dikin?

Bersiv: “Adirbêcana rojava” ê  li ser axa komara Ermenîstanê tune ye: Adirbêcana Rojavayê herêmên rojavayê Komara Adirbêcanê ye”.

Em bi bîr bînin ku alîyê Ermenistanê çend caran bersiva vê daxuyaniya Adirbêcanê daye û tekez kiriye ku, daxuyanîyên bi vî rengî yên alîyê Adirbêcanê wek îdiaya erdî ya li dijî Komara Ermenîtanê tê dîtin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button