Îran ji bo pêşxistina hevkarîyên piralî bi Ermenîstanê re eleqedar e: Ezîz Nasîrzadê li gel Nîkol Paşînyan civîya

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan pêşwazîya heyeteke bi serokatîya wezîrê berevanî û piştgirîya hêzên çekdar yê Îranê gênêralê brîgadê Ezîz Nasîrzadê kirîye ku bi serdana fermî hatîye Komara Ermenîstanê.
Wek ku “Armenpress” ji daxuyanîya ofîsa serokwezîrê Ermenîstanê pê dihese, Nîkol Paşînyan bi kêfxweşî destnîşan kirîye ku têkilîyên Ermenîstanê û Îranê bi lez û bez pêşde diçin, ku li ser bingeha berjewendîyên xwezayî yên dualî ne. Nîkol Paşînyan bal kişandîye ser îradeya sîyasî ya rayedarên her du welatan ji bo berfirehkirin û kûrkirina hevkarîyê.Serokwezîr li ser giringîya bi cîh anîna derfetên heyî û avîtina gavên berdewam di wî warî de kirîye.
Ezîz Nasîrzadê silavên germ yên serokkomarê Îranê Mesûd Pêzêşkîyan ji serokwezîr Paşînyan re gîhandin û dîyar kir ku Îran ji bo pêşxistina hevkarîya piralî ya bi Ermenîstanê re eleqedar e.Ewî careke din tekezî li ser piştevanîya bê şert û merc ya Îranê ji serwêrî û yekparçebûna axa Ermenîstanê kirîye.
Di hevdîtinê de mijarên têkildarî rojeva hevkarîyên Ermenîstan û Îranê û dabînkirina ewlehî û îstiqirara herêmê hatine gotûbêjkirin.







