H’emû nûçeSereke

Hevaltîya îranî wê di demek nêzîk de li Armavîrê dest bi hilberîna rebaran bike: bayloz Mehdî Sobhanî

Ev rêya ku li Syûnîkê tê çêkirin wê rêwîtîya sehetek  20 deqeyî dakeve 20 deqeyî û firehîya rê jî ji 6 mêtrê dibe 17 mêtr, ev jî ji bo herdu welatan bi fêde ye.Derheqa wê yekêda 22 ê gulanê balyozê Îranêyî li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî li Syûnîkê daye dîyarkirin.

Li gorî wî, ev yek wê metirsîya qezyan kêm bike û qebareya veguhestina baran zêde bike. Herdu welatên me wê ji vê yekê sûd werbigirin. “Heger Ermenîstan bi ser bikeve, bi awayekî xwezayî Îran jî jê sûdê werdigire. Pêşketin û bextewarîya Ermenîstanê tam ew e ku Îran dixwaze”.

Li ser pirsa çi rê li ber wê yekê digire ku herêma azad ya aborî ya Mêxrîyê bi temamî bixebite, balyoz wiha bersiv daye: “Bi awayekî xwezayî divê binesazîya aborî amade be. Li alîyê Îranê herêmeke me ya aborî ya azad heye ku kar dike. Di vî alî de heger li Yêrêvanê herêma aborî ya azad bê vekirin wê ji bo geşepêdana aborî bibe teşwîq. Em bi wezîreta aborîyê ya Ermenîstanê re di nava hevraxeberdanadanin  ne ku karibin van bernameyan pêş bixin”.

Balyozê Îranê li ser çalakîyên kompanîyên Îranî yên li Ermenîstanê jî dîyar kir ku heta niha derdora 300 kompanîyên Îranê hatine tomarkirin û li Ermenistanê kar dikin. “Ev hevaltî di sêktorên cuda de kar dikin. Niha li bajarê Armavîrê hevaltîke me ya pola ya Îranê heye û li wir kargehek ava kirîye. Wê di demek nêzîk de li wir xeteke hilberîna rebar bê destpêkirin. Di beşên din de jî hevaltîyên me hene ku li Ermenîstanê kar dikin û tevkarîyê li geşepêdana aborî û bazirganîyê dikin. Li Yêrêvanê navendeke me ya bazirganîyê heye, li wir 109 pavîlyon hene. Di warên din de jî peymanên me hene, me peyman îmze kirine û hûn ê encamên van peymanan bibihîzin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button