H’emû nûçeSereke

Ji bo welatîyên Erebistana Saûdîyê, Bahrêynê û Omanê vîzaya ketina Ermenîstanê hatîye derxistin

Ji 1ê tîrmehêda, ketina bê vîza ji bo hemwelatîyên çend welatan welatîyên Bahrêynê, Erebistana Saûdîyê û Sultanatîya Omanê û hemwelatîyên ku li çend welatan xwedî statûêne tê derxistin.

Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, ev pêşnûme li civîna 22 ê gulanê ya hukumeta Ermenîstanê de hate qebûlkirin.

Ji ber vê yekê, hewcedarîya vîzayê ji bo hemwelatîyên Bahrêynê, Erebistana Saûdîyê û Omanê û hem jî biyanîyên xwedî statûa rûniştinê li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, welatên Yekîtîya Avropayê, welatên peymana şêngênê, Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, Bahrêynê, Dewleta Qeterê, Erebistana Saûdîyê, dewleta Kûvêytê yan jî Sultanatîya Omanê, ji holê radibe.

“Ev guhertin ji alîyê aborî ve tê rewakirin. Xuya ye ku bi vê guherînê re em ê hem serdana welatîyan ya li welatê xwe bikin, hem jî bi hemwelatîyên xwe re danûstandinê bikin”,- wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.

Wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan destnîşan kirîye ku ev proje tê pêşbînîkirin ku herikîna tûrîstan pir zêde bike. Li gorî wî hawirdora karsazîyê jî pêşwazîya vê guhertinê dike. Wezîr hêvî xwest ku piştî vê biryarê îhtîmala zêdekirina geştên esmanî yên raste-rast bê kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button