H’emû nûçeSereke

Civîna bilind ya civaka sîyasî ya Avropayêye 8 emîn wê li Ermenîstanê bê lidarxistin

Civîna bilind ya civaka sîyasî ya Avropayêye  8 emîn   wê bihara sala  2026 a li Ermenîstanê bê lidarxistin.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.

Paşînyan  nivîsara xwe de wiha gotîye: “Civîna bilind ya civata sîyasî ya Avropayêye 8 emîn wê  bihara sala 2026 a li Ermenîstanê bê lidarxistin. Li welatê me mazûvanîya rêvebirên civata sîyasî ya Avropayê cîhê şanazîyê ye û spasîya hemû lîdêran dikim ku piştgirî dane vê biryarê”.

Em bîr bînin ku civîna bilind ya civaka sîyasî ya Avropayêye  6 emîn li paytexta Albanyayê Tîranayê hat lidarxistin û serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan jî beşdar bibû, civîna bilind ya 7 emîn  jî wê li Danyayê bê lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button