Dîplomata payebilind ya Yekîtiya Avropayê serdana Ermenistanê bike: xizmeta çalakîya der ya Avropayê

Nûnera bilind ya kar û barên der û polîtîkayên ewlekarîyê ya Yekîtîya Avropayê Kaya Kalas nikarîbû li vir be, lê ew ê di dawîya hezîranê yan serê tîrmehê de bê Ermenîstanê. Ev yek ji alîyê sêkrêtara giştî yê sêrvîsa çalakîya der ya Avropayê Bêlên Martînêz Karbonêlê di konferansa navneteweyî ya “Dîyaloga Yêrêvan” ê ya 2 ê gulanê de hatîye ragîhandin.
Ewê bawerî anî ziman ku Kalas wê di mijara alîkarîya Yekîtîya Avropî de ji bo bidestxistina hewildanên ji bo îmzekirina peymana aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, û hem jî wê piştgirîyê bide rêformên ku li Ermenîstanê têne pêkanîn.
Karbonêlê destnîşan kirîye ku di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de têkilîyên avakar hatine avakirin û gotîye ku li ser rojeva hevkarîyeke nû hevraxeberdan tên kirin.
Ewê gotîye ku Yekîtîya Avropayê dixwaze ku Ermenîstan di gotûbêjên herêmî de li gorî prînsîpa bi hev ve girêdayî be, di nav çarçoveya înîsîyatîva ermenî ya “Xaçerêya aşîtîyê” de. Karbonêlê bal kişandîye ser girîngîya dîyaloga li ser serbestkirina vîzayê ya di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de ji bo aktîvkirina hevkarîya di sêktora tûrîzmê de.
“Xaleke din ya hevkarîyê li ser ewlehîyê ye. Du sal berê, me mîsyona Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê da destpêkirin, ku alîkarîya çavdêrîya rewşa li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê dike” ,-ewê destnîşan kirîye.







