Ermenîstan ji bo Hindistanê ne tenê bikirçîye, lê bûye birayekî çekan: hukumeta ET

Dema ku Kafkasya Başûr di bin giraniya hevsengiya nû ya hêzê de kêmasiya hêzan hîs dike, Hindistan û Ermenîstan têkiliyên parastinê yên li ser bingeha nirxên hevpar û gefên hevbeş kûr dikin, hukumeta ET ê nivîsîye.
Dîplomasiya berevaniyê ya Hindistanê, ku demekê bi siyaseta xwe ya kevneşopî ya bêalîbûnê ve sînordar bûye, naha bi hevkariyên armancdar yên ku berjewendîyên neteweyî bi hevkarîya prînsîp re digihînin hev berfireh dibe. Li tu derê ev yek ji Ermenîstanê, welatekî ku di qonaxa piştî şer de ye, eşkeretir nîne.
Di van du salên dawîn de, Ermenistan li gel Dewletên Yekbûyî û Fransîyayê ket nav sê kirrînerên herî mezin yên çekan ji Hindistanê, ku di hinardekirina berevaniya Hindistanê de guherînek berbiçav nîşan dide.
Meyldariya stratejîk ya Hindistanê ber bi Ermenîstanê ve di dema opêrasîyona sîndorê de zelaliyek exlaqî bi dest xist. Di dema ku Nyû Dêlî kampanya xwe ya leşkerî ji bo bêbandorkirina gefên têrorîstî yên li ser sînor dimeşîne, Tirkîya û Adirbêcan, ne ecêb e, li dora Pakîstanê kom bûne.
Berovajî vê yekê Ermenîstan li kêleka Hindistanê rawestîya. Piştgiriya domdar ya Yêrêvanê ji bo pirsgirêka Jamu û Kaşmîrê di forumên navneteweyî de jixwe ev lihevkirin nîşan daye. Bi rawestana li kêleka Hindistanê di dema opêrasyona Sîndorê de, Ermenîstanê rola xwe ya wek hevkarek ku fikarên ewlehiyê yên Hindistanê fam dike û rêz digire, bêtir xurt kir.
Cihê erdnîgariya Ermenîstanê wê ji hevkariyeke ewlehiyê wêdetir dike. Ev di stratejiya berfireh ya Hindistanê ya ji bo girêdanê de girêkeke girîng e. Ji ber ku rêyên bejayî yên kevneşopî yên ji bo Avropayê di ser Rûsyayê re ji ber şerê li Ukraînayê qut bûne, û rêyên behrê yên di behra Sor re rû bi rû bi xetereyên ewlehiyê hatine, Hindistan korîdorên veguheztinê yên alternatîv dikole. Korîdora weguhastinê ya navdewletî ya Bakur-Başûr, ku li Çahbahara Îranê ye, bi rêya Îranê, Ermenîstanê û Gurcistanê ve tê girêdan û piştre jî bi rêya behra Reş ve tê girêdan. Lê belê ji alîyê Adirbêcanê ve lêgerîna “Korîdora Zangêzûrê” ya ji derveyî herêmê, ku wê ji herêma başûrê Syûnîkê derbas bibûya, wê konseptê dixe xeterê. Heger korîdor bi zora leşkerî bê cîbicîkirin, wê sînorê Ermenîstanê bi Îranê re xera bike û bi rêya behra Reş gihandina Hindistanê hem ji bo Yêrêvanê û hem jî ji bo sûka Avropayê tehdîd bike.







