H’emû nûçeSereke

Wezîra Felestînêye karên der naskirina dewleta Felestînê ji alîyê Ermenîstanê ve biryareke biaqilane dinirxîne

Li gorî çavdêrîya wezîra dewleta Felestînê yê kar û barên  karên der û koçberan Varsên Axabêkyan, naskirina dewleta Filistînê ji aliyê Ermenîstanê ve biryareke gelek bi aqilane bû, ku nîşan da ku Ermenistan qanûnên navneteweyî û mafê çarenûsa gelan dişopîne.

Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Varsên Axabêkyanê di çarçoveya konferansa “Dîyaloga Yêrêvanê” de bi rojnamevanan re axivîye.

Varsên Axabekyanê li ser peymana aştiyê ya di navbera Ermenistanê û Adirbêcanê de axivîye û diyar kirîye ku heman peymana aştiyê dikare di nakokiyên din de jî bê dubarekirin.

“Ez difikirim ku her du welatan li hev kirine ku riya leşkerî neserketî ye û dê tu kesî negihêje tu cîhyî. Ji bo rizgarkirina jiyanê û parastina yekitîya welatan bi tevahî, ez bawer dikim ku armanc gerekê aşîtî be. Gere şer nebe armanc.Gere şer bê rawestandin, ji ber ku şer tenê dikare wêranîyê û mirinê bîne. Ji ber vê yekê ji Ermenistanê û Adirbêcanê gelek tişt hene ku meriv hîn bibe. Awayê ku wan vê pirsê hilgirtiye, ku îro di warê îmzekirina peymanê de ne, ez difikirim ku dikare li cîhekî din bê dubare kirin. Lê bingeh divê niyetek ji dil be ku aşîtîyê saz bike. Bêyî wê, aşîtî çênabe. Ev wê bibe maskeya aşîtîyê, lê hûn hewceyê peymaneke domdar in”.

Wezîr Axabekyanê amaje bi naskirina dewleta Felestînê ji alîyê Ermenîstanê  21 ê hezîrana sala 2024 a de kirîye û destnîşan kirîye ku ev biryar ji alîyê Yêrêvanê ve biryareke pir biaqilane ye.

“Ez difikirim ku ev biryareke pir biaqilane bû, ji ber ku Ermenîstan qanûnên navneteweyî û mafê çarenivîsa gelan dişopîne, û tenê mafê wê ye ku dewleta Felestînê nas bike. Ev naskirin ne sembolîk e. Wezîrê tekez kirîye: “Ev naskirineke gelek girîng e, ji ber ku ji dewleta Îsrayêlê re dibêje ku cîhan, beşeke mezin ji wê hebûna dewleta Felestînê nas dike û niha dema wê yekê ye ku ew dewlet bibe rastî”.

Wezîr Axabekyanê li ser pirsa ku Felestîn çareserîya kêşeya bi Îsrayêlê re çawa dibîne, nirxand û diyar kir ku çareseriya kêşeya bi Îsrayêlê re di hiqûqa navneteweyî de cîh digire.

“Hiqûqa navneteweyî tam ji me re dibêje ku dema welatek welatekî din dagir bike emê çi bikin. Dema welatek hemû qanûnên navneteweyî binpê dike, dema biryarên Neteweyên Yekbûyî binpê dike. Îsrayêl ev demeke dirêj e, nêzîkî 70 sal in vî karî dike. Îro divê Îsrayêl berpirsyar be. Hesapgirtina Îsrayêlê tê wê wateyê ku dema Îsrayêl tiştekî xelet bike, divê jê re bê gotin ku ew tiştekî xelet dike. Ji Îsrayêlê re dibêjin ku ew xeletiyê dike ne antîsemîtîzm e. Ew bi tenê ji dewleta ku karekî xelet dike re dibêje ku ew tiştek xelet dike. Dikaribû ji xeynî Îsrayêl dewletek din bûya û diviyabû heman tişt li ser bihata kirin. Divê ji vê re antîsemîtî neyê gotin. Îro aşitî tê wateya rêzgirtina yekparçeyiya Felestînê, rêzgirtina ji mafên felestîniyan, rêzgirtina ji bo wê yekê ku Felestîniyan 78 selefê Felestîna dîrokî radestî Îsrayêlê kirine û dixwazin axên xwe li ser 22 selefî bikin. 22 selef ji alîyê 149 welatên cîhanê ve, Ermenîstan jî di nav de, hatiye naskirin. Em ji ber vê yekê pir kêfxweş in û hêvî dikin ku welatên din jî di demek nêzîk de mînaka me bişopînin. Varsên Axabekyanê destnîşan kirîye ku ji bo agirbesteke demdirêj li Gazayê divê cîhan ji bo rawestandina xwînrijandin û şer hewildanên mezin bide. Li gorî wezîrê, piştî rawestandina şer wê dîsa li Gazayê hewlên mezin bên kirin da ku jiyanê pêk bîne.

Axabekyanê der barê nakokîya Îsrayêlê û Felestînê de ku bandoreke çawa li ser civaka ermenî ya li herêmê dike, diyar kirîye ku pevçûnan di serî de ermeniyên herêmê jiyana her kesî zehmet kiriye.

“Dagikirin faktoreke ajotinê ye û gelek kes, di nav wan de civaka ermenî jî derdixe. Civaka ermenî bi hejmareke mezin, çi li Sûrîyayê, çi li Libnanê, çi li Felestînê, derketîye û wê berdewam bike, ji ber ku ew derfetên baştir li deverên din dixwazin. Aşîtî wê mirovan li welatê xwe domdar bihêle. Ji ber vê yekê divê em îro, heta sibê, vê peymana aşîtîyê hebe, da ku em bikarin komên ermenî yên herî girîng biparêzin»,-wezîra Felestînêye karên der di dawîya axaftina xwe da wiha gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button