SerekeSîyasî

Li gorî îstîxbarata Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Rûsyayê opêrasîyonên agahdarkirinê bi kar anîye da ku dêmokrasîya Ermenîstanê û serkirdayetîya zêdetir alîgirê Rojava bêrûmet bike

Dezgeha îstixbaratê ya wezîreta Amêrîkayêye parastinê, rapora xwe ya bi navê “Nirxandina gefên cîhanê ya sala 2025 a” de, behsa bandora Rûsîyayê ya  salên dawî de li herêma  Kafkasya Başûr kiriye.

Bi taybetî behsa opêrasîyonên agahdarkirinê yên ji alîyê Rûsyayê ve li dijî Ermenîstanê tên kirin.

“Pêwendîyên rûsî-ermenî sala borî xirab bûn ji ber ku Ermenîstanê gefa vekişîna ji rêxistina Peymana Ewlekarîya Kolektîv xwar û Rûsyayê opêrasîyonên agahdarkirinê bikar anî da ku dêmokrasîya ermenî û serokatîya wê ya bêtir alîgirê rojavayê şermezar bike”,-raportêda hatîye gotin.

Derbarê Gurcistanê de, tê gotin ku Rûsîya “hema bi rastî armanc dike” ku welêt vegerîne qada bandora xwe. Ji hilbijartinên parlamêntîyê yên cotmehê de, hukumeta bi serkarîya “Xewina Gurcistanê”  cîhek çêkirîye ku rê dide Rûsyayê ku bandora xwe li welat zêde bike.

Raporê de behsa Adirbêcanê nayê kirin.

Tê kifşê ku Rûsîya li Asyaya Navîn xwedî têkilîyên kûr yên dîrokî, aborî, sîyasî, leşkerî û çandî ye, ku rê dide wê ku bandoreke bi îstîqirar, her çend hinekî newekhev, li herêmê biparêze. Li gorî vê raporê, Rûsîya ewlehîya Asyaya Navîn beşeke yekgirtî ya xwe dibîne û peymanên hevkarîyê yên dualî û piralî ji bo kontrolkirina mîmarîya ewlehîyê bikar tîne, di nav wan de bi rîya  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, Hevalbendîya Welatên Serbest û rêxistina hevkarîya Şanhayê. Moskva herwiha girêdayîbûna Asyaya Navîn bi binesazîya gaz û nefta Rûsyayê ji bo pêkanîna armancên xwe bi zextan li ser welatên herêmê bikar tîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button