
Wezîreta Amêrîkayêye karên der ragîhandîye:“Wezîrê Amêrîkayêyî karên der Marko Rûbîo ji bo îmzekirina peymanan spasîya Mesrûr Barzanî kirîye. Herwesa di çarçoveya civîna di navbera wan de jî danûstandin li ser zêdekirina qebareya bazirganîyê hatine kirin”.
Berdevka wezîreta Amêrîkayêye karên der Têmî Bryûsê di konfranseke rojnamevanîyê de gotîye “Em piştovanîya xwe ji bo Herêma Kurdistanê ya bihêz tekez dikin. Herwesa rêzgirtina li Herêma Kurdistanê kevirê bingehîn yê têkilîyên me yên bi Iraqê re ye”.
Berdevka wezîreta Amêrîkayêye karên der amaje jî daîye: “Herêma Kurdistanê ya bi hêz li gorî berjewendîyên Amêrîkayê û Îraqê ye”.
Têmî Bryûsê herwesa di derheqa civîna wezîrê Amêrîkayêyî karên der û serokwezîrê Herêma Kurdistanê de gotîye: “Marko Rûbîo û Mesrûr Barzanî li ser zêdekirina qebareya bazirganîyê û parastina mafên pêkhateyan axivîne”.
Berdevkê navbirî eşkere jî kirîye:”Marko Rûbîo ji bo îmzekirina peymanan spasîya Mesrûr Barzanî kirîye”.Tekez jî kirîye: “Em careke din piştgirîyê didin wan peymanan yên ku bi hukumeta Herêma Kurdistanê re hatine îmzekirin”.
Têmî Bryûsê bal kişandîye ser wê yekê ku peymanên usa di berjewendîya herdu alîyan de ne. Tekez jî kirîye: “Em piştovanîya Hewlêr û Bexdayê dikin ku ji bo pêşxistina sêktora gazê bi hev re bixebitin”.
Berdevka wezîreta Amêrîkayêye karên der ronî jî kirîye: “Gaza Herêma Kurdistanê wê alîkarîya Îraqê bike ku ji hêla ênêrjîyê ve serbixwe bibe”. Têmî Bryûsê derheqa şîrketên amêrîkî yên li Herêma Kurdistanê de jî ragihandîye: “Şîrketên welatê me bi bihayê bi mîlyaran dolaran li Herêma Kurdistanê weberhênan kirîye”.







