Mîrzoyan û alîkarê wezîrê Amêrîkayêyî karên der li ser mijarên rojeva hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstanê û Amêrîkayê gotûbêj kirine

29 ê gulanê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan pêşwazîya cîgirê alîkarê wezîrê Amêrîkayêyî karên der yê kar û barên Avropayê û Avrasyayê Coşûa Hak kirîye. Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye karên der agahî daye News.am ê.
Di hevdîtinê de mijarên di rojeva hevkarîya stratêjîk ya di navbera Ermenîstanê û Amêrîkayê de hatine nirxandin. Wana nêrînên xwe li ser pêşxistina hevkarîyê di çend warên berjewendîya dualî de, ku di peymannameya hevkarîyê de hatîye destnîşan kirin, bi mebesta peydakirina encamên berbiçev û bihêzkirina berxwedana Komara Ermenîstanê, pevguhertine.
Ararat Mîrzoyan û Coşûa Hak bi kêfxweşî bal kişandine ser serdanên aktîv yên dualî, di nav de beşdarbûna derdorên fermî û pispor yên ji Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî di forûma navneteweyî ya “Dîyaloga Yêrêvanê” de.
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der û cîgirê alîkarê wezîrê Amêrîkayêyî karên der li ser mijarên ewlehîya herêmê gotûbêj kirine. Wezîr Mîrzoyan bal kişandîye ser wê yekê ku li Kafkasîya Başûr firsendeke rasteqîn ji bo pêkanîna aşîtîyê heye û di wê rêyê de îmzekirina peymana aşîtîyê û danîna peywendîyên navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê da wê bibe qonaxeke dîrokî.
Di hevdîtinê de li ser xebatên berdewam yên ji bo pêkanîna rojeva aşîtîyê, fikir hatin guhêrandin.







