Katolîkosê temamîya ermenîya konfêransa li Swîsrê de pirsa mijara girtîyên ermenî yên bi neqanûnî li Bekûyê hatine girtin bilind kirîye

Bi pêşnîyara katolîkosê temamîya ermenîya, konsêya dêrên cîhanê ya li Swîsrê ya bi sernavê “Azadîya olî: parastina mîrata ruhanî, çandî û dîrokî ya ermenîyan li Arsaxê” konfêransa navneteweyî li dar xistîye.
Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, di vekirina konfêransê de katolîkosê temamîya ermenîya Garêgîn B bi tundî kiryarên Adirbêcanê rexne kirîye.
Ewî elam kirîye, wekî Adirbêcanê bi piştovonîya Tirkîyayê ne tenê Arsax bi temamî vala kir, lê usa jî di proseya peymana aşîtîyê da jî berdewama daxwazên nû raber dike.
Katolîkos bala civaka navneteweyî kişandîye ser wê yekê ku Adirbêcan serokên berê yên sîyasî, sîvîl û girtîyên şer yên Qerebaxa Çîya girtine, dadkirinên sexte û şanazî li dijî wan dikin, ku bi binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî ve girêdayî ne.
Ewî her wiha bal kişandîye ser wê yekê ku van hemû kiryaran bi girêdana neteweyî û sîyaseta dijî ermenî ve girêdayî ye, ku armanca wê têkbirina mîrasa gîyanî û çandî ya gelê ermenî ye.
Li gorî wî, dêr û keşîşxaneyên kevinar yên Qerebaxê bi albanî tên îlankirin, nasnameya wan ya rastîn tê xirabkirin, gelek cîhên pîroz, wargeh û goristan rastî wêrankirina hovane tên.
Katolîkos di axaftina xwe de bi bîr xistîye ku ermenîyên Arsaxê bi sedsalan li welatê xwe çandeke pir bi qîmet efirandine û mîrata mirovahîyê dewlemend kirine.
Sêkrêtarê giştî yê civata dêran ya cîhanê di konferansê de tekez kirîye ku ji xirîstîyanan tê xwestin ku bibin şahîdên rastîyê, li gel qurbanîyan rawestin û li dijî xirabîyê derkevin. Armanca konfêransê ew e ku hişyarîya navneteweyî li ser pêwîstîya parastina mîrata olî û çandî li Qerebaxê bilind bike.







