H’emû nûçeSereke

Hakêrên wezîreta Rûsîyayêye parastinê  Rûsyayê êrîşî malperên hukumeta Ermenîstanê kirine: The Insider

Îlona sala 2024 a , byûroya lêpirsînê ya Fêdêral ya Dewletên Yekbûyî  li dijî komeke hakêrên ku ji bo yekîneya 29155 a midûrîyeta giştî ya îstixbaratê  ya wezîreta Rûsyayêye parastinê dixebitin, îdîaname derxistibû, heman koma ku bi jehrîkirina  li Solsbêrîyê Skrîplan hate nasîn. Derheqa wê yekêda The Insider ê nivîsîye.

Demeke dirêj tê zanîn ku  midûrîyeta giştî ya îstixbaratê  xwedan yekîneyên hackkirinê ye, û The Insider yekem bû ku wê di sala 2017 a  de îzbat kir, dema ku ew li ser Fancy Bear yan APT28 bû, ku bi êrîşên li ser Hîllarî Klînton, Êmanûêl Makron û rêxistinên navneteweyî yên cihêreng tê zanîn. Dû re, derket holê ku komeke din, ku bi navê Sandworm tê zanîn, di bin banê midûrîyeta giştî ya îstixbaratê de dixebite, ku vîrûsa herî wêranker – NotPetya efirand, santsîya êlêktrîkê yên Ûkraînayê hilweşand û êrîşî tesîsên leşkerî yên NATO ê kir. Lê belê, rastîya ku yekîneya 29155 ku bi sûîqest û sabotajê ve mijûl e, hackerên xwe hene, ecêb û sosret xuya bû.

The Insider gihîştîye bîra sêrvêrê ya koma hacker, ku derketîye holê ku ew qels e. Bi berhevkirina naveroka xwe bi daneyên ji mêdyaya civakî û databasên eşkerekirî re, û hem jî bi çend çavkanîyan re axivîye, The Insider wêneyek berfireh ya çalakîyên komê ji nû ve ava kirîye.

Wek din, hackeran li qelsîyên malperên hukumetê û sazîyên binesazîyê yên li Ûzbêkîstanê, Gurcistanê, Komara Çêxîyayê, Slovakyayê, Êstonîyayê, Polonyayê, Moldovayê û Ermenîstanê gerîyan. Bi taybetî li gorî lîsteya ku hatîye dayîn, malpera wezîreta karên der  sala 2022 a  seheta 22:51 dêqeyî , malpera wezîreta tenduristîyê 13 ê gulana sala 2023 a seheta 21:40 deqeyî  , malpera wezîreta karên der 25 ê  adara sala 2023 a seheta 01:45 deheyî , dîsa seheta 01:45 deqeyî û seheta 14:42 deqeyî  hatîye hedefgirtin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button