Hevkarîya nenavendî ya Ermenîstan-Fransîyayê xwezaya stratêjîk e: balyozê Ermenîstanêyî li Fransîyayê

Balyozê Komara Ermenîstanêyî li Fransîyayê Arman Xaçatryan di rûniştina giştî ya forûma hevkarîya nenavendî ya Ermenîstan-Fransîyayêye 5 emîn de bi axaftin pêşda hatîye û bal kişandîye ser girîngîya vê formatê di çarçoveya têkilîyên ermenîya-fransîda .
Balyoz spasîya herêma Syûnîkê û bajarê Gorîsê kirîye ku ji bo konferansê amade ne. Ewî da zanîn ku piştî navbirîke nêzîkî 30 salan, ew kêfxweş e ku vegerîyaye Gorîsê, bajarê ku di dema leşkerîya xwe de lê xizmet kirîye, û îro ew civakek bi dînamîka pêşkeftî dibîne.
Xaçatryan destnîşan kirîye ku têkilîyên ermenîya-fransa li ser nirxên hevpar û têkilîyên dîrokî yên qewînin.Ewî bi bîr xistîye ku ev têkilî qadên stratêjîk hene: parastin, aborî, binesazîyê. Bi gotina wî, hema her roj hevkarî pêş dikeve, ku ev seredana vê dawîyê ya wezîrê Fransîyayêyî karên der li Ermenîstanê jî nîşan dide.
Balyoz daye zanîn ku hevkarîya nenavendî ewlekarîya Ermenîstanê qewîn dike, ji ber ku hevkarî bi taybetî herêmên sînorê Syûnîkê, Vayos Zorê, Gêxarkûnîkê, Tavûşê heye.
Li gorî balyoz, girîngîya stratejîk ya hevkarîyê hincetên zelal hene.
“Yekemîn, ev yek ji ewlehîya Ermenîstanê re dibe alîkar. Bi taybetî herêmên ku di nava hevkarîyê de ne – Syûnîk, Vayos Dzor, Gêxarkûnîk û Tavûş – herêmên ser sînor û mexdûr in. Li darxistina vê konfêransê li Syûnîkê bi xwe sembol e, her wiha piştgirîya me ya ji bo qewîkirina berxwedana herêmê ye”.
Ya duyemîn, piştgirîya sîyasî. Piştî şerê 44 rojî yê sala 2020 î û krîza ermenîyên ku sala 2023 a de ji Arsaxê hatin koçberkirin, hema bêje hemû civak, pêkhateyên parêzgeh û herêmî yên Fransîyayê biryar girtin, ku di asta mirovahî û sîyasî de piştgirîya Ermenîstanê kirin.
Sêyemîn, rêberîya aborî. Armanca sereke ya hevkarîya nenavendî qewînkirina şîyanên aborî yên civakan e. Gelek bername hene, ez bawer im wê hevkar jî raber bikin.
Çaremîn, tevlêbûna dîasporayê. Dîyasporaya ermenîyan li Fransîyayê roleke girîng dilîze û nûnerên dîyasporayê jî di van bernameyên hevkarîyê de cîh digirin. Hin ji wan jî di vê çalakîyê de amade ne.
Û ya pêncem, piştgirîya dêmokrasîyê. Ev hevkarî dêmokrasîya herêmî li Ermenîstanê pêş dixe. Danûstandina ezmûnên di rêveberîya dêmokratîk de û sepandina modêlên fransî di civakên me de dibe alîkar ku pirsgirêkên herêmî çareser bibin û li deverên cuda dêmokrasîyê pêşda bibin”.







