H’emû nûçeSereke

Mongolya plan dike ku  hezîrana sala 2025 a  bi Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîra re peymana bazirganîyê îmze bike

Peymana bazirganîya demkî ya Mongolyayê bi Yekîtîya  Avrasyayêye Êkonomîkî  re tê plan kirin ku di civîna pêş de ya sazîya sereke ya rêveberîya Yekîtîya  Avrasyayêye Êkonomîkî hezîrana sala 2025 a bê îmze kirin. Balyozê Rûsyayê yê li Ûlan Batorê  Alêksêy Yêvsîkov ji nûçegîhanê TASS ê re  gotîye.

“Heger prosêdûrên navxweyî yên welatên Yekîtîya  Avrasyayêye Êkonomîkî  û Mongolyayê bi serkeftî bi dawî bibin, peymana bazirganîya demkî ya di navbera wan de dibe ku di rûniştina pêş de ya civata aborî ya Avrasyayêye bilind, ku biryar e hezîrana sala 2025 a de bê îmza kirin. Xêncî wê Mongolya, hejmareke welatên din jî ji bo avakirina herêmeke bazirganîya azad bi  Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî re dixebitin”.

Li gor wî rêkeftina li gel Yekîtîya Mîrtîyên Ereba ji niha ve amade ye û tê plankirin ku heta dawîya îsal bê îmzekirin. Peymana bi Îndonêzîyayê re di qonaxa dawî de ye. Têkilîyên li ser avakirina herêma bazirganîya azad  bi Misrê re dewam dikin û ji bo bi Tûnîsê re peymanekê amade bikin komeke xebatê hatîye avakirin.

Balyoz destnîşan kirîye ku Tayland amade ye ku di pêvajoya hevkarîyên avakirina herêma bazirganîya azad de pêş biçe. Her wiha di 15 ê gulanê de peymana bazirganîya azad ya bi temamî ya di navbera  Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonîmîkî û Îranê ra ketîye merîyetê,-bayloz daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button