H’emû nûçeSereke

Wezîra karên hudur û balyozê Yekîtîya Avropayê li ser xebatên ku di çarçoveya proseya serbestkirina vîzaya Yekîtîya Avropayê da tên kirin gotûbêj kirine

2 ê hezîranê, wezîra karên hudur Arpînê Sargsyanê pêşwazîya balyozê  Yekîtîya Avropayêyî  li Ermenîstanê Vasîlîs Maragos kirîye.

Wezîr Sargsyanê bi xêrhatina balyozê Maragos kirîye û daye kifşê ku hevkarîya dualî ya nêzîk û bibandor di warên cuda de berdewam berferehtir dibe. Balyoz Maragos ji bo pêşwazîya germ spasîya xwe anîye ziman û piştgirîya Yekîtîya Avropayê ji bo rêforman dubare kirîye.

Di hevdîtinê de xebatên ku di çarçoveya proseya serbestkirina vîzaya Yekîtîya Avropayê de tên kirin, pêvajoya rêformên qanûnî û danasîna pasaportên bîyomêtrîk hatine gotûbêjkirin.

Her wiha serdana wezîr Sargsyanê ya ji bo Bryûsêlê û mijarên rojevê yên ku tê plankirin di serdanê de bên nîqaşkirin jî hatine nirxandin.

Her wiha alîyan behsa bernameyên niha yên hevkarîyê di warên polîs û xizmetên rizgarkirinê û pêşkêşkirina alîkarîyên nû yên Yekîtîya Avropayê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button