H’emû nûçeSereke

Bi Bekûyê re li ser lêgerîna hevpar ya ji bo windayan peymaneke pêşin heye: rêvebirê sêrvîsa ewlekarîya Ermenîstanêye neteweyî

Di navbera pêkhateyên pêwendîdar yên Ermenîstan û Adirbêcanê de ji bo zelalkirina çarenûsa kesên ku di şerê Qerebaxê de winda bûne, bi hev re xebatên lêgerînê pêk bînin, lihevkirinek pêşîn hate kirin.

Li gorî rapora “Armenpress” ê, rêvebirê ewlekarîya netewî Armên Abazyan di brîfîngekê de ku 4 ê hezîranê li parlamêntoyê hatîye lidarxistin, bi hûrgilî li ser encamên civîna komîtêyên derbarê kesên winda yên her du welatan de ragîhandîye.

“Belê, hevdîtin pêk hatîye, ev ji xwe hevdîtina duemîn e. Çarenûsa windayan û xebatên lêgerînê yên mûhtemel hatine gotûbêjkirin. Lihevkirineke pêşîn heye ku ev opêrasîyon wê berdewam bin. Ez vê hevdîtinê erênî dibînim”,- rêvebirê sêrvîsa ewlekarîya neteweyî ya Ermenîstanê elam kirîye.

Abazyan anî ziman ku herî zêde Ermenîstan dixwaze encamên berbiçev bi dest bixe. 

“Ez dizanim ku her kes li bendê ye. Em ji her kesî zêdetir eleqedar in. Mixabin ez nikarim bêjim sibê,  nava 5 rojan, di mehekê de yan jî salekê de encamek derkeve, lê ez piştrast dikim ku her tişt di vî warî de tê kirin”.

Rêvebirê sêrvîsa ewlekarîya neteweyî ya Ermenîstanê  li ser pirsa ku wê kengê li  ser axa Adirbêcanê xebatên lêgerînê dest pê bikin wiha bersivand:

“Ez ê nebêjim kengê, lê me peymaneke pêşîn heye ku em ê bi hev re xebatên lêgerînê bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button