H’emû nûçeSereke

Bi tevahî windahîyên Moskvayê û Kîêvê di şerê Ûkraînayê de leşkerên kuştî û birîndar gihîştîye 1,4 mîlyonî: lêkolîn

Nêzîkî mîlyonek leşkerên rûsî hatine kuştin yan birîndar kirin ji dema ku Rûsîyayê  24 ê sibata sala 2022 a de dest bi şerê xwe yê berfireh li dijî Ûkraînayê kirîye. Ev encamnameya navenda lêkolînên stratejîk û navneteweyî ku bingeh li Waşîngtonê ye, ji hêla The New York Times ve hatîye weşandin,sêrvîsa nûçeya DW radighîne.

Li gorî van daneyan, di heman heyamê de windahîyên Ûkraînayê di warê kuştî û birîndarên leşkeran de gihiştîye 400 hezar kesî. Ev hejmar ji bo alîyên şer bi giştî 1,4 milyon kes in.

Tê destnîşankirin ku dibe ku di daneyan de xeletî hebin, ji ber ku Moskva, wek qaîdeyek, windahîyên xwe kêm dike, û Kîêv agahdarîya fermî li ser vê mijarê belav nake. Bi giranî ji texmînên daneyên bingehîn ji hukumetên Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Brîtanîya Mezin têne girtin.

Hejmara leşkerên rûs yên di şerê li Ûkraînayê de hatine kuştin heta sala 2022 a 250,000 e.

Xudan tekez dikin: “Ji şerê cîhanê yê duyemîn ve, tu şerek ku Yekîtîya Sovyêtê yan Rûsya tê de ne di warê kuştî de nêzîkî şerê Ûkraînayê nebûye”.

Li gorî  navenda lêkolînên stratejîk û navneteweyî, li alîyê Ûkraînayê di navbera 60,000 heta 100,000 leşker mirine. Di şerê cîhanê yê duyemîn de 8,7 mîlyon leşkerên Sovyêtê mirin.

Li gorî yek ji xudanên lêkolînê, ji bo ku Rûsîya di vî şerî de bi ser bikeve, divê Amêrîka piştgirîya xwe ya ji bo Ûkraînayê kêm bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button