Cîgira wezîrê aborî rêformên sîyasî yên hukumeta Ermenîstanê di salên dawî de li Manîlayê raber kirîye

Alîkara wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Anûşîk Avêtyan di navbera 27-30 ê gulanê de li bajarê Komara Fîlîpînayî Manîlayê beşdarî konfêransa “Av û pêşveçûna bajarî” ya banka pêşketinê ya Asyayê bûye.Derheqa wê yekêda wezîreta aborîyê ya Ermenîstanê agahî daye News.am ê.
Armanca konfêransa “Av û pêşveçûna bajarî” ya banka pêşketinê ya Asyayê ew bûye ku bi peydakirina platformeke dînamîkî ji bo çareserkirina pirsgirêkên krîtîk yên wek rêveberîya çavkanîya avê ya bikêrhatî, ewlehîya avê, çareserîyên kesk di plansazîya bajarî de, danasîna aborîyeke dorhêl û dîjîtalkirina rêveberîya bermahîyên hişk, hevkarî û nûjenîyê xurt bike.
Di çarçoveya konfêransê de Anûşîk Avêtyan beşdarî panelekê bûye û tê de rêformên sîyasî yên ku di van salên dawî de ji alîyê hukumeta Ermenîstanê ve hatine kirin raber kirine.
Di axaftina xwe de ewê bal kişandîye ser bernameya veberhênana korîdora rê ya Bakûr-Başûr ku ji bo Komara Ermenîstanê projeyeke binesazîya stratêjîk ya girîng e.
“Ev korîdor ji bo me ne tenê binesazîyeke fîzîkî ye, di heman demê de sembola girêdan û hevkarîyê ye. Ew ji nêz ve bi nêrîna stratêjîk ya berfireh ya Ermenîstanê re têkildar e ku bibe “Xaçerêya aşîtiyê.” Bi vê înîsîyatîvê em armanc dikin ku Ermenîstanê bikin pirake avaker di navbera Rojhilat û Rojavayê, Bakûr û Başûr de, pêşvebirina dîyalog, bazirganî û ji hev têgihîştina di navbera cînaran û welatên din de”,-ewê daye kifşê.
Anûşîk Avêtyanê bi rayedarên banka pêşketinê ya Asyayê re jî hevdîtin pêk anîye û di hevdîtinê de veberhênanên dewletê yên di sêktora bajar û avê de û li ser konsêpta projeya bendera zîha ya Gumirîyê hatin gotûbêjkirin.







