H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan li bendê ye ku balyozxaneya Ermenistanê ya li Budapêştê heta payizê dest bi xebatê bike

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der  Ararat Mîrzoyan li bendê ye ku balyozxaneya Ermenîstanê ya li paytexta Macaristanê Bûdapeştê heta payîza sala 2025 a bixebite.

Li gorî rapora “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Ararat Mîrzoyan li meclîsa neteweyî  rapora salane ya wezîreta karên der ya li ser cî bi cîkirina byûcêya dewletê ya sala 2024 a  raber kirîye gotîye.

Wezîrê karên der bi bîr xistîye ku Ermenîstanê  sala 2024 a de li Ûrûgvayê sifaretxane, li Sêrbîyayê û Lyûksêmbûrgê jî ofîsên dîplomatîk vekirine û îsal jî biryara vekirina sifaretxaneyê li Sultanatîya Omanê heye û ji bo cî bi cîkirina wê ji wezîreta Ermenîstanêye fînansî re çavkanîyên aborî yên zêde tên hêvîkirin.

“Li gorî vê yekê em ê ji byûcêya heyî ya wezîreta karên der 82 mîlyon dramên pêwîst bikar bînin, ji fonda rezervê jî 52 mîlyon dram wê bê veqetandin. Vê gavê vekirina balyozxaneyê li Qibrisê didome, balyozê Ermenistanê yê li Qibrisê ji xwe hatiye tayînkirin, li Nîkosîyayê ye, û niha em difikirin ku em ê bi kêşeyên lojîstîkî yên herî kêm dest bi xebata balyozxaneyê bikin”. Mîrzoyan destnîşan kirîye ku di vê heyama sala 2025 a da Ermenîstan bi 184 dewletan ra têkiliyên dîplomatîk hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button