H’emû nûçeSereke

Eşîyayên ku ji Adirbêcanê di nav Ermenîstanê re derbas dibin wê bê kontrol kirin, mîna niha li ser her sînorî: serokê komîtêya dahata dewletê

Serokê lijneya dahata dewletê Eduard Hakobyan li meclîsa neteweyî di brîfînga rojnamevanan da bal kişand ser mijara kontrolkirina barên ku ji Adirbêcanê li ser Ermenistanê re derbas dibin û destnîşan kirîye ku li her nuqteyeke kontrolê ya sînorî dê heman kontrola gumrikê be kirin.

Hakobyan gotîye: “Serokwezîr û rayedarên din weşanên pêwendîdar kirine. Min jî di çarçoveya nîqaşên vekirina sînorê Tirkîyayê de gelek caran ev mijar nirxandîye.Wezîfeya me ew e ku di her senaryoyê de, rakirina dorpêçê û vekirina sînor be, kontrolkirina gumrikê bi rêxistin bikin. Em ji van senaryoyan re amade ne”.

Li gorî wî, komîtêya dahata dewletê ji hêla teknîkî ve amade ye ku di bin her şert û mercî de kontrola gumrikê bike. “Mînakî, li xala kontrolê ya Margarayê, alav û amûrên me yên guncaw hene ku rê didin me ku em xwe li gorî her sênaryoyekê biguncînin û kontrolkirina gumrikê ya tam pêk bînin”,- wî gotîye.

Hakobyan amaje bi destpêkirina rêya hesinî ya Ermenistan-Adirbaycanê jî kir û diyar kir ku heger biryareke wiha bê dayîn wê hemû mêxanîzmayên kontrolkirina gumrikê bi cih bin. Serokê lijneya dahata dewletê tekez kirîye: “Trênên ku wê di nav axa Ermenîstanê re derbas bibin wê bi tevahî di bin kontrola gumrukê de bin. Derbarê bar wê dê agahîya me heye û heger hewcebe em ê kontrolê jî bikin”.

Derbarê fikira “veguhertina bi asankirin” de, ku berê di asta sîyasî de hatibû nîqaşkirin, Hakobyan destnîşan kirîye ku prînsîbên bingehîn yên kontrola gumrikê nayên guhertin.

Hakobyan destnîşan kirîye: “Di pergala me de mêxanîzmaya birêvebirina rîskê heye. Hin mal li gorî nîşaneyên ku beriya niha hatine çêkirin, bi awayekî otomatîk dişînin herêmên kesk, zer û sor. Mînak di qada kesk de bêyî mudaxeleyê kelûpel ji sînor derbas dibin. Ev mêxanîzmayeke otomatîk e û demeke dirêj e tê bikaranîn”.

Ewî teqez kirîye ku wê îstîsna nebin. “Em ê bi heman mêxanîzmayên kontrolê yên ku li hemû xalên sînor dikin tevbigerin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button