H’emû nûçeSereke

Modêla yekîneyeke nû ya atomî li Ermenîstanê wê li gorî encamên lêkolînê bê diyarkirin: wezîr

Li gorî encamên lêkolînên ku ji bo avakirina yekîneyeke nû ya atomî li Ermenîstanê hatine kirin, modêla wê wê bê paqijkirin, hem taybetmendîyên pergala ênêrjiyê ya Ermenîstanê, hem jî mijarên kapasîteyê û avahiya fînansê li ber çavan bigire.

Wezîrê Îdareya herêmî û binesazîyê Davîd Xudatyan di 9 ê hezîranê de di civîna hevpar a komîtêyên daîmî yên meclîsê de li ser rapora salane ya “Derbarê bicîhkirina byûcêya dewletê ya 2024” a de daxuyanî daye.

Xudatyan gotîye:”Ji bo li Ermenîstanê yekîneyeke nû ya atomî bê avakirin, lêkolînên li ser têknolojîyên atomî yên ku li dinyayê dixebitin, di nav wan de rêaktorên modular jî hene, dewam dikin.

Wezîr her wiha destnîşan kirîye ku xebatên li ser nûjenkirin û dirêjkirina jiyana xebatê ya yekîneya duyemîn a ênêrjiya atomî ya Ermenîstanê dewam dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button