H’emû nûçeSereke

Serdozgerîyê daxwaz ji meclîsa neteweyî kirîye ku destûrê bide ji bo der barê Sêyran Ohanyan û Arsvîk Mînasyanda doz bê vekirin

Serdozgerîya Komara Ermenîstanê  daxwez ji meclîsa neteweyî kirîye ku destûrê bide der barê parlamêntarên koma “Ermenîstan” Sêyran Ohanyan û Arsvîk Mînasyan de doz bê vekirin.

Ji “Armenpress” re  derheqa wê yekêda  serdozgerîya Komara  Ermenîstanê  agahdar kirîye.

Li gorî daxwaznameya der barê Sêyran Ohanyan de, Ohanyan di daxuyanîyên xwe yên salên cuda de di serî de bi taybetî erdê ku di nav civaka Draxtîkê de ye û xanîyê taybet ku li ser hatîye çêkirin veşartîye.

Li gorî daxwaznameya der barê Arsvîk Mînasyan de, di heman dozê de Arsvîk Mînasyan rayeya xwe ya fermî yan  îstîsmar kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button