Tehranê projeya “Korîdora Zangêzûrê” ku armanca wê parçekirina Ermenîstanê û qutkirina pêwendiya Îranê bi Avropayê re hebû, têk bir: şewirmendê Xamênêy

Şêwirmendê rêberê olî yê Îranê Ayatulah Elî Xamênêyî, Elî Ekbar Welayetî li hevpeyvîna li gel malpera Khamenei.ir ê ragihandmye, Îranê vekirina “Korîdora Zangêzûrê” têk birîye.
Ewî bal kişand ser vê yekê ku em li dîrokê binerin, em dikarin bi wêrekî bêjin ku piştî Îslamê, Îran tu carî ew qas bi hêz, serbixwe û bi bandor nebûye. Û yek ji nîşaneyên deshilatdariya Îranê jî, li gorî wî, bersivdana bilez û bibiryar ya Tehranê li hember kirîza Başûrê Qefqasyayê bû.
Wîlayêtî destnîşan kirîye: “Dema ku hin welatan bi navê “Korîdora Zangêzûrê” ku bi armanca parçekirina Ermenîstanê û qutkirina pêwendiya Îranê bi Avropayê re bû, hewl dan bi rêya Ermenîstanê ve têkiliyekê pêk bînin, Komara Îslamî ya Îranê bi hişyarî û desthilatdarî li himber wê derket û ev komplo pûç kir.
“Wek serokê Amerîka Co Baydên dîyar kir, her tişt amade bû bo destpêkirina wê korîdorê, lê Îranê rê neda ku ew korîdor bê “.
Wîlayêtî destnîşan kirîye: “Ev daxuyanî nîşan dide ku Komara Îslamî ya Îranê bêyî piştgiriya Rûsyayê jî, bi siyasetên biaqilane kariye ewlehiya Kafkasyayê biparêze û rê li ber bandora NATO ê li herêmê bigire”.
Bi gotina wî, armanca “Korîdora Zangêzûrê” ne tenê qutkirina Îranê ji bakur bû, belku ji alîyê başûr ve jî astengkirina Rûsyayê bû.







