H’emû nûçeSereke

Wezîrê  karên der û rêvebirê giştî yê ajansa navneteweyî ya ênêrjîya atomê  li ser mijarên sereke yên hukumeta Ermenîstanê û hevkarîyên navneteweyî yên di warê ênêrjîya atomî de gotûbêj kirine

10 ê hezîranê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi rêvebirê giştî yê ajansa navneteweyî ya ênêrjîya atomê  Rafaêl Marîano Grossî re hevdîtin kirîye. Hevdîtin di çarçoveya konfêransa kar û barên okêanûsê ya Neteweyên Yekbûyîye 3 emîn ya li Nîsayê pêk hatîye.

Wek ku  “Armenpress”  ji wezîreta karên der ya Komara Ermenîstanê hate ragîhandin, di hevdîtinê de mijarên hevkarîyê yên di navbera Ermenîstan û ajansa navneteweyî ya ênêrjîya atomê, di nav de xebatên berdewam yên ji bo karanîna ewlehîya ênêrjîya  atomî û pêkanîna bi bandor ya derfetên ku ji hêla pêşveçûyîna zanist û têknolojîyên atomê ve têne peyda kirin, gotûbêj kirine.

Pêşînîyên hukumeta Ermenîstanê di warê ênêrjîya atomî û hevkarîya bi hevkarên navneteweyî re hatine gotûbêjkirin.

Li gorî çavkanîyê, Ararat Mîrzoyan û Rafaêl Grossî derbarê pêşhatên herêmê de nêrînên xwe pevguhartine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button